Bêalîbûna vê gotarê bi guman e. (îlon 2024) |
Îbrahîm Heqiyê Erziromî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1702 |
Mirin | 1780 Tilo |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Împeratoriya Osmanî |
Perwerde | Medreseya Tiloyê |
Destûrname | Şêx Îsmaîl Feqîrûllah |
Pîşe | Astronomî, Fizîk, Civaknasî û Fiqih |
Serdem | Sedsala 18'an |
Dê û bav |
|
Malbat | Hesenan |
biguhêre |
Îbrahîm Heqiyê Erziromî an Îbrahîm Heqî (jdb. 1702 Erzirom − m. 1780 Tilo), stêrnas, civaknas, alim û fîlozofê Îslamê yê kurd ê Erziromê ye.[1]
Ew ji ber ku ji bajarê Erzîromê ye wek Îbrahîm Heqiyê Erziromî tê naskirin.[2]
Îbrahîm Heqî di 18yê Gulana 1703an li navçeya Pasîna Erzîromê hatiye dinyayê û roja 22yê Hezîrana 1780yî jî çûye ber dilovaniya Xwedê.
Bavê wî Mele Osman ji eşîra Hesenan bûye û bi nasnavê ”Derwêş”iyê hatiye naskirin, navê diya wî Henîfe bûye.
Mele Osman ji Pasîna çûye navçeya Tiloya Sêrtê û li wirê bûye salikê İsmail Feqirulah, li wirê ketiye silûkê. Piştre kurê wî Îbrahîm Heqî û birayê wî Mele Elî jî çûne Tiloyê.
Li Tiloyê bi aliyê rojhilat tirbeya wî disekine. Li wir seyde û xazurê wî Şêx Îsmaîl tirbe jê re çêkiriye. Şêx Îsmaîl şêxê qadiriyan bû. Tê gotin ku tirbeya wî di sala 1660î de çêkiriye. Şêx Îsmaîl ji di navbera 1657 û 1734an de jîn bûya. Li cem tirbeyê tirbeyeke dî ji heye. Ew ji ya Zemzema Hasa (1767-1852) tê de ye, keça Şêx Mistefayê Fanî ye, Xatûna Şêx Menduha. Jê re Şahê Şaha jî tê gotin.[3]
Di deme xwe de pir mazin bûye. Li herêmê medreseyeke ji avakiriye û tê de fêr daya. Îbrahîm Heqî li ser stêrnasiyê xwedî zanist bû. Di pirtûka wî de ku bi navê "Marîfetê" de li ser kule bi avakrinê prizma ku hatî çêkirin de tîrêj di buhurin cihê têde rohnî dikin. Her sal di 21 Adarê kiriya ku rohnî bibe. Li ser kozmolojiyê ji xurt bûya. Hê ji hinek aletên wî yên ku ji bo vê yekê bi kar dianîn li cihê wî, li Sêrtê dimênin.
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
Ev gotara ji bo stêrnasekî/e kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |