Bêvaciya fîlozofan an jî Bêhawayiya fîlozofan[çavkanî hewce ye] (bi erebî: تهافة الفلاسفة, lat. Tahafah al-Falasifah) berhemek Xezalî ye ko ew di pirtûka xwe de fikrên fîlozofên wek Îbn Sîna, Farabî û mamosteya fikrên wan, Arîstoteles rexne dike ye. Îmamê Xazalî bixwe ji bastana tradîsyona eşariyan bû û va pirtûka ji hêlekê jî gengeşiya navbera rêbara eşariyan û rêbara neoplatonîzmê ye.
Ew pirtûka ji pê Meqasîd el-felasifah ("Armanca fîlozofan") re hatiye nivisandin. Meqasîd el-felasifah wek puxteya fikrên Îbn Sîna bû. Xazalî di pirtûka xwe de dibêje ko, tu problema wiya bi şaxên felsefeyê wek fizîk, mentiq, astronomî û matematîk ve tune ye. Ew dîsa dibêje ko ew bi tenê rexneyên xwe li ser lênêzbûna wana Metafizîkê dike ye.
"Bêvaciya fîlozofan" ji bîst beşan pêk tê û ew lênêzbûn îddîayên Îbn Sîna û fîlozofan red dike ye. Îbn Ruşd ji pê re di pirtûka xweyê bi navê Bêvaciya Bêvacî de Gazalî ji bo va pirtûka wî û lênêzbÛnên wî rexne dike.