Cirzê | |
---|---|
Taşlık | |
Koordînat: 37°39′17″Bk 40°45′21″Rh / 37.65472°Bk 40.75583°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn |
Navçe | Stewr |
Nahiye | Ewîna, Stewr |
Bilindahî | 795 m (2608 ft) |
Nifûs (2008) | 357 |
Koda postayê | 47860 |
Koda telefonê | 0482 |
biguhêre |
Cirzê (1946: Cirzi; bi tirkî: Taşlık), gundê Stewrê ya ku navçeya Mêrdînê ye. Berê gundekî Amedê bû. Him li ser waadên Mala Qawakan yê Stewrî û him jî ji ber ku di ji çiya rê Stewrê ji bajarên din nêzîktir bû, gund, weke rêzgundên xwe Dêrîş, Quzêrîb û Çilstûnê di encama plebîsîteke berî niha 50-60 sal xwe bi Stewrê ve girêdaye. Lê tu fêde û kar û bar ji Stewrê nedîtiye; lewra heyta sala 2005an ew jî weke Quzêrîb û Dêrîşê bê av mabû.
Di sînorê navçeya Amedê Bismil û Stewrê de ye. Di sala 1993yan de gund hate valakirin lê di sala 2004an de dîsa ji niştecihêyê rê hate vekirin. Lê piraniya gundiyan venegeriyan.
Gund ji sê malbata ye: Malbata Eyo, Malbata Ehmê û Malbata Azo...
Di dema Osmanîyan de di bin hîmayeya Ehmed Axa yê Ewînî de bû. Lê gundî bi xwe ne jî Eşîreta Sûrguçîiyan in. Malbata Ehmê Necarî ne
Gundekî pir dîrokî ye, her çar aliyê wê xerabeyên avahiyên kevn û şikeft he ne. Şikeftên gund bi giranî îroj wek axur dihên bikaranîn. Weke Rêzgundên xwe başûrê gund Çiyayê Stewrê, bakûrê wê Deşta Bismilê ye. Li derûdora wê gundên Çilstûn, Xindeq, Quzêrîb, Dengiza, Îsepar, Gundikê Pîrê û Ewîna he ne. Çilên wê sar; bi berf û baran; havînên wê germ û ziwa derbas dibin.
Taht Meyrem, Bêndara Elîkê, Tahta Bêşê, Xerap, Xerêp, Warê Bêrimê, Tahta Mêşê, Giyarê Cirda, Darikê Melê.
Debara gund bi çandinî, xwedikirina heywanan (wek mî, bizin, ker, qantir, hesp, mirîşk, şamîk û hwd), bi etariyê û bi baziganiyê (alvêr) ye.
= Bizina Kejo, Çavikê Şirdonekê, holê (golf), xarmenaj, dar û pil, birrê, heftok, pilik, tilîpintkê, çakûç û herî,gok, morik, kab, çavgirtînek, veşartok, kerik, kerikê reş dîwaran, pizpilêr, sing û sêmero.
Sal | Gelhe |
---|---|
2008 | 357[1] |
2000 | 328[2] |
1997 | - |
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |