Cûcikkebab | |
---|---|
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Cûcikkebab, cûcekebab, biraşkek (kebab) ji goştê ferîk û zîxankan, ango bêçeyan (çêt, ferûc, şelûvk, varik) e. Di orjînalê de bi goştê cûcikê bûye, navê xwe ji wir girtiye. Faris jūje-kabāb (farisî: جوجهکباب) dibêjin. Bi heman navê derbasê romiyan (tirk) jî bûye, li Tirkiyeyê jê re cüce kebap dibêjin. Di pêjgeha Azerbaycanê de bi navê Cücə kabab derbas dibe. Li Îranê kebabeke navdar e.
Varika xwe amade bikin, pakij bişon û bikin du qet. Xwê, biharatê pê werbikin, li şîşan bixin. Toyê li rûyê goşt bidin, bidin ser mantêzê (manqel).
Binikên xwarinê bînin, goştê pijiyayî parve bikin. Lîmonê ziravkî kerî bikin û pîvazê xelekî hûr bikin, bi vana binikan bixemilînin. Bo servîsê amade ye.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |