Kompleksa zanist-teknîkê DPRK (Koreyî: 과학기술전당, Îngilîzî: The DPRK Sci-Tech Complex) navendêyeka Zanist û Teknolojî ye. Ew navenda di nava avahiyeke mezin de ye. Ew avahîya mezin bi şeklê atomê da li Girava Ssukê ku li bajarê Pyongyangê hatiye avakirin.[1] (Pyongyang paytextê Koreya Bakûr e) Avakirina kompleksê li sala 2015an de hatiye xelaskirin. Li gorî weşana KBS Worldê, mezinatîya kompleksê zêdetirî 100.000 metrekargoşe ye.[2]
Wek ku me berê jî gotibû, şeklê kompleksê dişibe atomê. Di vê tesîsê de e-pirtûkxaneyek (pirtûkxaneya dîjîtal) heye.[2] Tê de nêzîkî 3000 termînalen komputerê hene.[3] Koreyîyên Bakûrî bi evan dikarin bikevin intraneta netewî ya Koreya Bakûr.[4][5]
Kwangmyong Network wilo hatîye dîzaynkirin ku tenê ji hundirê Koreya Bakûr were gihîştin.[4][6][7] Gihîştina Kwangmyongê di nav bajar û wîlayetên mezin û her weha di nav zanîngeh û rêxistinên mezin ên pîşesazî û bazirganî de li ber desta ye.[8]
{{cite web}}
: |paşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
{{cite book}}
: |paşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |