Devrimci Karargâh (ku. biryargeha/baregeha şoreşger) navê rêxitineke îllegal a romiyan (tirk) e. Derbarê vê rêxistinê de kêm agahî hene lewra sala 2005ê navê wê hat bihîstin û bi salan jî ti çalakiyeke wê nehat bihîstin. Navê rêxistinê di darizandinên Ergenekonê de herwiha derbas dibe.
Medya û çapemeniya tirk vê rêxistinê wekî marksîst-lenînîst didin nasandin û îdia dikin têkiliyên wê bi PKKê re hene. Wêneyên mîlîtanekî vê komê hatin belavkirin ku di nava refên HPGê de wergirtiye. Ev mîlîtan di êrîşeke polîsan de jiyana xwe jidest da. Gorî gelekan ev rêxistineke xeyalî ye, girêdayî eniya kemalîst û dewleta kûr e û heger ew pêwîstî pê bibinîn bikartînin an komekê din dertînin.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |