Edhem Barzanî | |
---|---|
![]() Edhem Barzanî | |
Jiyan | |
Jidayikbûn | 16ê nîsana 1962an (62 salî) Hewlêr |
Hevwelatî | Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Îraq |
Netewe | Kurd |
Partiya siyasî | Serbixwe |
Partiyên siyasî yên din | HŞK (1988-2004) PDK (2004-2014) |
Dê û bav |
|
Pîşe | Pêşmerge, siyasetmedar |
biguhêre![]() |
Edhem Osman Ehmed Barzanî (bi soranî: ئەدهەم عوسمان ئەحمەد بارزانی) siyasetmedarekî kurd e.
Edhem Barzanî di 16ê nîsana sala 1962an de li cem Osman Barzanî kurê Şêx Ehmedê Barzanî hatiye dinyayê. Wî di sala 1988 de dest bi kariyera xwe ya siyasî bi damezrandina Hizbullaha Şoreşgera Kurd kir. Wek partiyên din ên Kurdên Başûrê, grûpê jî ji Îranê li dijî Sedam Huseyn pere distand. Hizbullaha Şoreşgera Kurd di sala 2004an de hatiye hilweşandin û piştî wê Edhem Barzanî tevî xizmên xwe yên mayî tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê bûye.[1][2][3] Di sala 2011an de aloziyên di navbera wî û PDKê de dest pê kir, piştî ku wî îdia kir ku eger Mesûd Barzanî bixwaze pêbaweriya xwe biparêze pêwîstiya wî bi reforman heye.[4] Di sala 2014’an de ji PDK’ê derket û ji hemû wezîfeyên xwe yên hikûmetê îstifa kir.[3] Di adara 2015an de piştî rexnekirina Mesûd Barzanî û PDK’ê daxwaza xwe ya avakirina tevgereke siyasî ya nû anî ziman.[5] Wî têkiliyên nêzîk di navbera PDKê û Tirkiyê de rexne kir û li dijî hebûna Tirkiyeyê li Kurdistana Başûr bû.[6] Wî gelek caran daxwaz ji PDKê kir ku çalakvan û rojnamevanên girtî yên Herêma Kurdistanê azad bike.[7] Wî amaje bi destwerdana Tirkiyê li Kurdistana Başûr kir û got: "herdem ku Tirkiyê perçeyek ji xakê dagir kiribe, tu carî jê derneketiye" û daxwaz ji Tirkiyeyê dike ku nakokiyên xwe ligel PKKê di nav sinorên Tirkiyê de bihêle.[8] Di gulana 2021 de, wî nameyek ji Hemas re şand, ku tê de piştgiriya xwe ji wan re li dijî Israêlê diyar kir.[9]
Têkiliyên wî bi Hüseyin Velioğlu re hebûn û di sala 1999an de ji bo perwerdehiyê li bajarê Soran, mêvandariya Velioğlu kir.[10] Di hezîrana 2019’an de, İshak Sağlam, serokê Partiya Doza Azad, hat serdana wî.[11]
Di dawiyê de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve derbas bûna wî yê Hewlêrê hatiye qedexekirin.[12] Di tîrmeha sala 2024an de Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ya ser bi PDKê der barê Edhem Barzanî de biryara girtinê dide.[13]