Ev gotar bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin. Ji bo malpera soranî, binêre: Wîkîpediya Kurdiya Soranî. Ji bo lîsteya gotarên bi soranî-latînî jî binêre Gotara bi soranî. |
Gavir yan Gawir le zimanî kurdî da manay corbecorî heye. Kontirîn manay gawir bo amaje kirdin be zerdeştiyekan buwe bellam dwatir be felekanîş witrawe. Em wişeye be manay kafirîş (xwanenas) bekarhatuwe.[1]
Wişey gawir le zimanî kurdî da wekû "gewr"îş be kar gîrawe w be manay zerdeştî hatuwe û nawî hozêkî kurdîşe.[2] Le zimanî pallewî da wişey "gebr" be manay pûç, qûllke û mindalldan hatuwe.[3] paş serdemî sasanîyekan, em wişeye be sûkayetî bo amaje kirdin be zerdeştiyekan bekargîra. Le zimanî aramî da "gebre" be manay pyaw û le beramber jin da hatuwe. Êsta zerdeştiyekan be pyaw dellên "gewr" û be zimanî xoşan dellên "gewrî".[4]
Ebdullrrehman şerefkendî şa'îr û nûserî benawbangî kurd nawî hozî gewrey kurd goran debatewe bo wişey gawir û "gawiran" û sebaret be hozî gewrikîş dellê: "Hozêk le mellbendî mukrî le nizîk serdeşt nîştecên, ewîş gewirkyan pê dellên; axo em dû nawe xizmin? Eger xizmin em hemû deşit û kêwane bo çî kewtote nêwanyan? Pirsêke weramî dewê."[5]