Hesena | |
---|---|
Ulutaş | |
Koordînat: 37°23′47″Bk 40°31′25″Rh / 37.39639°Bk 40.52361°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn |
Navçe | Şemrex (navend) |
Bilindahî | 1.100 m (3600 ft) |
Nifûs (2010) | 444[1] |
Koda postayê | 47700 |
biguhêre |
Gundê Hesena yan Hesenan gundekî ser Şemrexa Mêrdînê ye.
Gundê Hesena beriya êşîra Hesena têkeve, navê gund Bîrik bû. Navê Bîrik ji bîra binya gund tê. Piştî ku Hesenî ketine vî gundî nav bû Bîrika Hesena. Bi kurtasî Hesena hatiye gotin ji vî gundî re. Di sala 1953'an de navê gund dewleta Tirk kiriye Ulutaş.
Dîroka vî gundê xweş û delal bi qasî 4000-4500 sal di dîrokê de kevnare ye. Şenayiya ewil di çiyayê dora gund di şkeft u berkefê ku hatine çêkirin de hatiye jiyandin. Hawîrdorê gund gelek şkeft tê de hatine çêkirin û tevahiya wan şkeftan nêzî kaniyên avê yên xwezayî hatine çêkirin. Derûdorê gundê Hesena 35 a zêdetir kanî ye ava wan gelekî xweş hene. Hema bêjim tevahiya wan kaniyan ji lat û zinarê bi heybet dertên û ava wan pır cemidî ye.
Piştî ku serdema şkeftan di qedê û hilberîna avahiyan ên bi keviran tê çêkirin dest pê dike li serê çiyayê derdora gund, li ber kaniyê havîrdora gund û li gund bi xwe ji avahî têne çêkirin. Ji wan avahiyan re xanî dihat gotin. Hemû Dewlet û Begitî yê li herêmê serdest bûne ji ber av û çiyayê hênik gelekî giringî daye vî gundî û lê şûnwar bûne.
Di salê piştî zayînê 1450 û heta 1550 de ku êşîra Hesena kefle kefle ji Herranê (mentika Ruha) koç kirine û ber bi welaté zozana Serhedê ve çûyîne, hin bavikên bi hejmara xwe hindik û bi şervaniya xwe navdar li mentîka Çiyayê Mazî bi cih û war bûne. Bi qasî 70-80 salî li hin gundê wek Mendêla, Qesrik û hin cihên din ji xwe re kirine warê jiyanê.
Lê piştî ku vî gundê bi av û hênik dibine di salê 1620-30 ji êşîra Hesena êla Seyida bavikekî bi navê Seydî tê û dikeve vî gundî û ji xwe re dike warê jiyanê. Navê gund jî dibe Bîrika Hesena. Di domahîka wê demê de gelek bavikên Hesena yên din jî tên û xwe li dora Seyida didin hev û şenaya gund zêde dikin.
Jı ber ku êşîra Hesena piraniya wan dûrî vê herêmê bûn; êşîr û komîkên derdorê wek Dumilî, Çiyayî, Şêxî, Lêfî û wekî din xwestine tahdeyî û zilmê li niştecihên vî gundî bikin û wan ji vir derxin koçber bibin. Lê ji ber zîrekî û mêrxasiya însanên vî gundî tu kes bi ser neketiye û her tim di cih û warê xweyî şêrîn de mayînde bûne û dom kirine.
Însanê herî navdar û mêrxas ku gundê Hesena parastiye û lê bûye xwedî Hecî Şêxmûs ê lawê Seydî ye.
Îro jî bi pirranî malbata Seyidî ji êşîra Hesena di vî gundê xweş û delal de dijîn.