Kalê Gaxan (bi zazakî/kirmanckî: Kal Gaxan) yek ji kevneşopên herêma Dêrsim û Erzinganê ye ku bi windabûyînê re rû bi rû maye.
Kal Gaxan pîrozbahiyeke kevnar a 'kirmancên elewî' yên herêma Sêwaz, Dêrsim, Erzingan, Çolig û Mûşê ye ku hebûna wê gihîştiye dema îroyîn.
Her çiqas derheqê koka peyva Gaxan lêkolînên zanistî nehatibin kirin jî, koka wê bi zazakî/kirmanckî ye û tê wateya navê mehê dawî ya salê. Bi vî havî; peyva gaxan bi zimanê kirmanckî/zazakî ye û tê wateya "meha berfanbarê". Ji ermenîkî(Kaland-ar) ketiye zazakî jî. Kalanda(zayîna Îsa) ermeniyan jî dıi meha berfanbarê de ye. Fermo, Kal Gaxan jî tê wateya "Kalê berfanbarê".[çavkanî hewce ye]
Bi pîrozbahiya kevneşopa Kal Gaxan xatir ji sala derbasbûyî tê xwestin û sala nu tê pêşwazîkirin. Pîrozbahiya Kal Gaxan di sêyemîn meha berfanbarê de destpê dike û heya yekemîn hefteya çileyê diajo. Şêşema pêşîn heya sê roj rojî tê girtin. Rojiya ku sê roj diajo tê wateya sê mehên zivistanê ku wê dijwar derbas bibin. Li cihên pîr, murşît û dedeyan cem têne lidarxistin.
Zarok sibehê zû radibin, cilên xwe yên herî xweşik li xwe dikin û digel Xal Xek (kalê pîr) diçin diyarî kom bikin. Ew giş bi hev re diçin li deriyan dixin, bi gotina Gaxanê şima bimbarek bo! (Kal Gaxan li we pîroz be!) xwediyê malan silav dikin û stran û kilaman leystoka Xal Xek dilîzin, da ku diyariyên xwe bistînin. Gel wek diyarî behîv, gûz, mewij (tiriyê hişk), hêrûgên hiş û hwd didin zarokan. Xwarinên ku bi vî havî hatine komkirin li malekê têne kelandin, yên ber mayî jî ji malbatên feqîr re tên belawkirin. Ew xwarinên ku tên amadekirin bi giranî xwarinên ji ardê ne. Mirov hevîra ku jê re dibêje zerfet bi rûn û dewa bi sîr re tev dide, dikelîne û dixwe. Li malan xwarinên wek pesare û dane tên kelandin. Ji malên ku meriv ser lê dixe re lîstika Kal Kek tê lîstin.
Di vê lîstikê de sê kes hene: kesê ku cilê bapîran li xwe dike Kal e, ciwanê ku cilê jinan li xwe dike hevjîna wî Fadikê ye û kesekî din ê ku rûyê xwe reş boyax kiriye jî Ereb e û wan diparêze.