Karacaoğlan

Karacaoğlan (bi azerî: Qaracaoğlan), hozanekî navdar ê romî (tirk) ye. Gorî nêrîna fermî ya dewletê di sedsala 17em de jiyaye (1606 – 1674). Ji parêzgeha Edene, ji navçeya Kozan an Fekeyê ye.

Jiyan û jînenîgariya wî nayê zanîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Derbareyê jiyana wî de bi dehan angaşt hene. Hin dibêjin li parêzgeha Gurgumê, hin Kinikan, Dîlok, Mersînê hatiye jiyane. Dîsa serdema jiyanê jî gelek tê gotûbêjkirin. Hinekan heya gotine ew ji Belgradê hatiye li Anatoliyayê bicih bûye.[çavkanî hewce ye]

Dewleta tirk dixwaze serdema hozanan berî bi paşê bibe, bi viya dîroka zimanê yekbûyî yê niha, kevintirîn nîşan bide. Asîmîlasyon, tirkîzekirin, nivîsîna dîrokeke fermî ûêd, heya 1960î siyaseta dewletê ya herî sereke bû. Bi awayeke din ew heya 2002yê jî berdewam kir. Gelek zana û lêkolîner dibêjin ku zimanê Karacaoglan bikaraniye, yê serdema 18em e.[çavkanî hewce ye]

Hozanê xweza û evînê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wî li ser xweza, evîn, êşên civakê, rindî û qenciyê helbestên bêhempa nivîsiye. Zimanekê gelek pakij û zîrek bikaraniye. Xwe ji wêjeya dîwanê ya osmaniyan dûr girtiye, hez ji çanda gel kiriye. Zimanê wî nêzîkê azerî ye, sentezeke turkmanî û tirkiya Anatoliyayê ye.[çavkanî hewce ye]

Mînak ji malikên wî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ala gözlüm, bən bu eldən gədərsəm
Zülfü pərişanım qal, məlul məlul
Kərəm ət, ağlından çıxarma məni
Ağla göz yaşın sil, məlul məlul

Qaracoğlan dər ki: Ölüb ölüncə
Mən də gözəl səvdim kəndi halımca
Varıp gurbət ələ vasıl olunca
Dostlardan xəbərim al, məlul məlul

Çavmeşiniya min, ger ji vê diyarê biçim
Biskrebena min bimîne, stûxwar xembar
Kerema xwe, min ji hişê xwe derneyne
Bigirî hêstirên xwe pakij bike, stûxwar xembar

Karacaoglan dibê mirin û mirinê de
Min jî rindek hez kir, gorî rewşa xwe
Gava giyam biyanistanê
Ji dostan xebera min bigire, stûxwar xembar[çavkanî hewce ye]