Gelhe tevahî | |
---|---|
Teqrîben ji 15.000î heya 100.000î[1][2][3][4] | |
Ziman | |
Kurdî, holendî (hin ji wan tirkî, erebî, farisî) | |
Baweriya dînî | |
Misilman, elewî |
Kurdên Holendayê, kurdên ku li Holendayê ji dayîk bûne an rûnîştvanê wir bin îfade dike.
Li Holendayê texmînên nifûsa kurdan a rastîn ku ji hejmara kurdan ra li Holendayê ne diyar e, ji ber ku kurd xwedî neteweyên cuda ne weka (tirk, îranî, îraqî û sûrî) û li ser bingeha neteweyên xwe di statîstîkên hikûmetê de têne dabeşkirin û nasîn; hejmar ji 15.000 heya 100.000 kesan e." Çavkaniyên din îdîa dikin ku hejmara kurdên etnîkî li Holendayê li dora 70.000 kesan bin. [5]
Li Holendayê, karkerên kurd ên koçber ji Tirkiyeyê yekemcar gihîştin nîvê duyem ê 1960an.[6] Bi hezaran penaber û penaberên kurd di salên 1970an û pê de, ji Iraq û Iranê di navbera 1980 û 1990an de, û ji Sûriyeyê bi taybetî di dema Şerê navxweyî yê Sûriyê de ji Tirkiyeyê reviyan berê xwe dane Holendayê.
Di 6ê çiriya 2014an de, kurdên li Holendayê "şeva duşemê di protestoyek li dijî Daîşê de" êrîş birin ser avahiya parlamena neteweyî ya li Laheyê ev jî ji ber sedema êrişên dewleta îslamî ya terorstî" li ser bajarokê Kobaniyê. [7]
Di 13ê gulanê a 2015an de, "polîsê holendî êrîşî civînek veşartî ya endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Holendayê kirin". [8] Nivîsgeha dozgerên holendî şirove kirin "ku Partiya Karkerên Kurdistanê ciwanên kurd li Holendayê ji bo têkoşîna xwe ya çekdarî li dijî arteşa tirk dikişa nav xwe".
Di 8ê hezîrana 2015an de, kurdên li Holendayê serkeftina "partiya çep-alîgirê kurd, ku di hilbijartinên parlamena Tirkiyê de ji sedî 13 deng stend, di nav kurdan de gelek kêfî û şahî pêşwazî kirin" û serketin pîroz kirin. [9] Kêmneteweya kurd yên di nav dewleta Tirkiyê de "ku ji bo Kurdistana Tirkiyê bêtir xweseriyê dixwazin, lê Tirkiye wî heqî nade wan."
{{cite web}}
: |archive-date=
/ |archive-url=
li hev nayê; 22 çiriya pêşîn 2020 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
{{cite web}}
: |archive-date=
/ |archive-url=
li hev nayê; 22 çiriya pêşîn 2020 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
{{cite web}}
: |archive-date=
/ |archive-url=
li hev nayê; 22 çiriya pêşîn 2020 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
{{cite web}}
: |archive-date=
/ |archive-url=
li hev nayê; 22 çiriya pêşîn 2020 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
{{cite web}}
: CS1 maint: location (lînk)
{{cite web}}
: |paşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
Ev gotara têkildarî Holendayê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |