Laura Coleman | |
---|---|
Jidayikbûn | 23ê sibata 1986an (38 salî) |
Hevwelatî | Înglistan |
Pîşe | Model, Aktrîs |
Zarok | 1 |
Kariyera modelî | |
Bejn | 1,78 m (5 ft 10 in) |
biguhêre |
Laura Coleman, (jdb. 23ê sibata 1986an li Melton Mowbray, Înglistan) model, aktrîs û fenomenê medyaya civakî ya îngilîzî ye ku ji aliyê MODELS 1 ve tê temsîlkirin. Coleman di 22 saliya xwe de pêşbirka bedewiyê ya Miss England 2008 qezenc kir û Înglistanê li pêşbirka Miss Worldê temsîl kiriye.
Coleman li Melton Mowbray ji dayik bûye ku ji malbatek model û serkeftiyên pêşbirkên bedewiyê tê. Dapîra wê yî ji aliyê dayikê ve Irene 12e sernav bi dest xist û di salên 1940an de bû Miss Army Pin-Up û Miss Lovely Legs. Dayika wê Dena di 20 saliya xwe de 20 pêşbirkan bi dest xist, tevî Miss East Anglia û di Miss Great Britain de bûye fînalîst.[1]
Coleman di sala 2005an de dema ku li Zanîngeha De Montfort li Leicesterê di beşa qanûna karsazî û kirrûbirrê de dixwend, di sala 2005an de li pêşbirka Miss Leicestershire bû yekem û di vê salê de li pêşbirka Miss England de bû çaremîn.[1]
Coleman di sala 2008an de Miss Derby qezenc kir û di 18ê tîrmeha sala 2008an de, tenê rojek piştî mezûnbûna xwe, di hewildana xwe ya duyem de di Miss England 2008 de bû bedewa yekem a salê. Piştre Coleman di Miss World 2008 de, li Afrîkaya Başûr, Înglistanê temsîl kiriye.
Ew niha li Londonê dijî û ji hêla ajansa modela Models 1 ve tê temsîl kirin.[2] Laura ji bo markayên domdar û moda kevnare ya li ser Instagramê bandorkarekî medyaya civakî ye.
Coleman di gelek fîlmên metrajdirêj de derketiye ku di nav de King Arthur ya Guy Ritchie heye: Excalibur Rising (2017) û The Witches of Dumpling Farm (2018.)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |