Mano Xelîl li beşa Kurdistana bin destê Sûriyê hate dinyayê, bavê wî kurdê başûrî ye û dayika wî bakuriya ji derdora Mêrdîne ye.[1]
Xelîl dibistana xwe ya seretayî û lîse li bajarê Qamişlo qedand. Pişt re li Şamê dîrok û qanûn xwend, lê dest ji xwendinê berda û di sala 1986an de berê xwe da Çekoslovakya û li wir Akademiya Sînemayê di bin destê mamoste Stanislav Parnicky de li akademiya derhênêrî di sala 1993an de qedand.