Mihregan, cejna Mihregan, weke cejneke dîrokî ku kurdên zerdeştî her sal di dehemîn roja demsala payîzê de tê pîrozkirin. Cejn şeş rojan tê pîrozkirin. Roja cejnê ya pêşî bi navê Ramihregan a giştî û roja dawî jî wek cejna Mihregan a taybet tê nasîn[çavkanî hewce ye].
Di ola zerdeştiyan de ku ola dêrîn a kurdan e, dehemîn roja demsala payîzê wek cejna Mihregan tê nasîn û piştî Newrozê wek mezintirîn cejna dîrokî ya Rojhilata Navîn tê nasîn ku ji aliyê zerdeştiyan ve tê pîrozkirin û 6 rojan berdewam dike.
Bi baweriya zerdeştiyan, Ahuramezda Yaqut di Newrozê de û Zîbercid (kevirekî dîrokî û binirx) jî di roja Mihregan de çêkirine. Zerdeştiyên li rojhilatê Kurdistanê bi sedan sala ye vê cejnê pîroz dikin.
Mihr tê wateya ronahî, dostatî, peywendî û mihrivanî, cejna Mihregan ji bo mihrîvankirin û rûbirûbûna ligel derew û nemihrîvaniyê tê pîrozkirin. Cejna Mihregan li agirgehên zerdeştiyan tê pîrozkirin. Navendeyên ku lê zêde tê pîrozkirin jî herêmên rojhilatê Kurdistanê ên weke Kimanşanê ne.