Mizgîn Ay (jdb. 22ê hezîrana 2000an li Êlih), sprîntereke kurd e ku di pêşbaziya li Şampiyoniya Atletîzma Ciwanan a Cîhanê ku li bajarê Nairobî ya Kenyayê hatiye lidarxistin, di 100 mêtre ya stêrkên cîhanê de bi dema 11:62 bûye şampiyona cîhanê.
Mizgîn Ay di 22ê hezîrana sala 2000an de li Êlihê ji dayik bûye. Di pêşbaziya Lîstikên Hevgirtina Îslamî ya 2017an de di kategoriya mezinan de pileya sêyem bi dest xistiye. Di Şampiyoniya Atletîzma Ciwanan a Cîhanê ya ku li bajarê Nairobi ya Kenyayê hatiye lidarxistin di 100 mêtre ya stêrkên cîhanê de bi dema 11:62 dibe şampiyona cîhanê.[1] Mizgîn Ay di pêşbirka 200 mêtreyê de bûye sêyemîna cîhanê.[2] Di 23yem Şampiyoniya Atletîzma Navxweyî ya Balkanan de ku li bajarê Stenbolê hatiye lidarxistin, bi demajoya 7:38 çirke yan de di 60 metre de madalyaya zêrîn bi dest xist û li Tirkiyeyê rekora nû ya U20an bidestxist.[3][2]
Mizgîn Ay bi eslê xwe kurd e û ji Êlihê ye ku zaroka şeşem a malbateke ji heft zarokan pêk tê. Xwendina xwe ya dibistana seretayî li Dibistana Seretayî ya Beypazari Çayirlıoglu perwerde dîtiye. Perwerdekarê wî Muhsîn Soysal li heman dibistanê mamosteyê wê ya werzîşê bû. Di 10 saliya wê de serkeftina wê ya kurt hate dîtin. Di 12e saliya xwe de dest bi bezên profesyonel kir û kete yaneya Fenerbahçeyê.[4]
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |