Namûs

Namûs li ser bingehê hiseke pir civakî ava dibe û ji bo ku mirov ji mirovên civaka tradîsyonel, gelek caran li gundên piçûk bixwaze, da ew nîzama giştî biparêzin, tê bikaranîn. Ev nîzam li ser bingehê normên patriyarkalî hatiye avakirin û ji ber vê yekê kêm zêde jindijmin e. Ji bo ku civaka bi namûsê ve girêdayî karibe jîyana xwe bidomîne, şert e ku endamên wê bi nîzama giştî ve girêdayî bin. Bo nimûne, cezekirina yekî ku qaîdeyên heyî yên nenivîsandî pêpes dike û xwexistina şûna qanûnê, erkek e ku ji malbatê û beriya herkesî ji endamên malbatê yên mêr tê payîn.

Ji ber ku namûs, an jî namûsa mêrî bi awayekî xurt bi jiyana jinê ya cinsî ve girêdayî ye, ev tê wê mahneyê ku ji bo paraztina namûsê, divê tevgerên jinê bên kontrolkirin. Bi gotineke din, di civakên ku li ser bingehê hisa namûsê tên avakirin, zordestiyeke xurt li ser jinan heye.

Strukturên patriyarkalî li her devera dinyayê hene. Zordetiya li ser jinan, lêdan û kuştin li her civakê çêdibin. Ev di nav civakên namûsê yên tradîsyonel de eşkeretir e. Bi saya şoreşa femînîst, zordestiya patriyarkalî baleke mezin kişand. Di pêşveçûna demokrasiyê û mafên mirovan de, ev zordestî hinekî kêm bû.[çavkanî hewce ye]