Nubar Ozanyan Նուպար Օզանեան | |
---|---|
Navê rastî | Fermun Çirak |
Jidayikbûn | 1956 |
Mirin | 14ê tebaxê 2017 Reqa |
Sedema mirinê | Kuştiyên pevçûnê |
Esil | Ermenî |
Hevwelatî | Komara Tirkiye Rojavayê Kurdistan |
Perwerde | Zanigeha Yozgadê |
Pîşe | Siyasetmedar û Fermandarêkî Partiya Kurd |
Salên çalak | 1984 - 2017 |
Partiya Siyasî | Partiya Komunîstê Tirkiye/Marksîst-Lenînîst |
biguhêre |
Nubar Ozanyan bi fermî Fermun Çırak[1] (jdb. li Yozgad 1956 – m. li Reqa di 14ê tebaxê 2017) şoreşgerekî Kurd wekî bi esle xwe Ermenî, ku di Partiya Komunîst a Tirkiyeyê/Marksîst-Lenînîst (TKP/ML) de fermandar bû. Di çend pevçûnan de ji bo girûpê şer kir, di dawiyê de di şerê li dijî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de di şerê Reqayê de mir.
Navê jidayikbûna xwe Fermun Çirak e. Paşê vî gelek navên nivîskar girtin[2][3][4][5] ku ji wan "Nubar Ozanyan" û "Orhan Bakirciyan" yên herî baş dihatin naskirin.[1][6]
Di sala 1956 li Yozgad, Anatolyaya navîn di malbateke feqîr ku bi eslê xwe ermenî de hat dinê, diya wî di ciwanbûna xwe mir. Piştî xwendina seretayî bi îdeolojiya çepgiriya radîkal re tê naskirin û tevlî Partiya Komunîst a Tirkiyeyê dibe. Piştî derbeya dewleta Tirk di salan 1980, Ozanyan sirgûnî Fransayê bû[6], li wir yek ji parêzvanên Yilmaz Güney bû.[7] Di dawiya salên 1980yî de, Ozanyan tevlî baskê leşkerî yê TKP/ML û TÎKKO bû. Di sala 1988an de[7] çû Filistînê û bi Eniya Gel a Rizgariya Filistînê re li dijî Hêzên Parastina Îsraêlê di dema Întîfada Yekem de şer kir.[8][7][9] Ozanyan di sala 1990 de ji milîtanên xwecihî li Geliyê Beqaa Libnanê perwerdeya leşkerî dît.[6] Di navbera salan 1991-1992an de di Şerê Qerebaxê yê Yekem de li dijî Azerbaycanê şer kir.[7] Di sala 1992an de vedigere navçeya Dersimê ya Tirkiyeyê û paşê beşdarî serhildana Maoîst a herêmî dibe.[6] Di vê demê de Ozanyan di nava refên TKP/ML de dest pê kir û bû organîzator, îdeolog, leşker, perwerdekar û fermandarekî girînge partiyê.[7]
Di sala 2013an li Başûrê Kurdistanê perwerdehiya şervanên TÎKKO kir.[6] Di tîrmeha 2015an de bû yek ji fermandarên Tabûra Azadiyê ya Navneteweyî (IFB) ku nû hatiye damezrandin li Sûriyeyê, ku armanca wê alîkariya YPG/YPJ’ê ya li dijî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê di şerê Rojava-Îslamê de bû. Wek endamê IFB, wî gelek şervanên enternasyonalîst ên kurd, tirk, ermenî, ereb, filistinî, yewnanî, kanadayî, sardînî, belçîkî û fransayî” perwerde kir.[7] Di vê navberê de, wî aliya da ku TKP/ML li Tirkiyê saxlem û aktîv bihêle, ku partiyê bi pirsgirêkên zêde re rû bi rû ma, ji ber ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê piştî destpêkirina qonaxa sêyemîn a şerê Kurd-Tirk kampanyaya xwe ya li dijî serhildanê zêde kirin.[7][6] Ozanyan di dawiya sala 2016an serê sala 2017an de demekê vegeriya Dersimê, lêbelê di dawiyê de dîsa dest bi beşdarbûna xwe bi IFBê kir.[7] Di sala 2017an de ji bo operasyonên li Sûriyeyê fermandarê partiya TÎKKO’yê bû.[7][10]
Ozanyan beşdarî Şerê Reqayê bû, paytexta xwebexş a DAIŞê, ku di şer de di 14ê tebaxa sala 2017an de hat kuştin.[7][10] Ozanyan di wî demî 61 salî bû.[11] Ji bo wî ji aliyê IFB û YPG/YPJ’ê ve li Reqayê merasîmek hate lidarxistin[10] û di 28ê tebaxê de li Dêrikê bi rêzên hemû leşker hate definkirin. Hezaran ji kes beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn.[12] Mirina wî ji aliyê TKP/ML, tevgera Ermenî Nor Zartonk a Stembolê,[13][1][9] THKP-C/MLSPB,[14] PFLP,[8] MLPD,[15] şîn hat girtin.[7][6]
Ozanyan dikaribû bi zimanên kurdî, tirkî, ermenî û rûsî bixwîne, binivîsanda û biaxive û gelek destanên çepgir wergerandin bide.[6]
Di 24ê nîsana 2019an de komek Ermeniyên Sûriyeyê yên girêdayî TKP/ML û HSD’ê Tabura Şehîd Nubar Ozanyan ava kirin.[16][17]