Osman Baydemir ji Fakulteya Hiqûqê di Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê mezûn bû. Di sala 1995an de bû serokê Komeleya Mafên Mirovan a serbixwe ya şaxa Amedê. Di navbera salên 1995 û 2002an de ew jî endamê rêveberiyê bû û bû cîgirê serokê komeleyê.[1]
Di hilbijartinên giştî yên sala 2002an de bû namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (DEHAP), lê partiyê nekarî benda %10ê ya hilbijartinê bi dest bixe. Di sala 2003an de, Baydemir 6 mehan li Amerîkayê dimîne, ji bo ku inglîziya xwe baştir bike. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2004an de wek şaredarê Amedê hat hilbijartin.[2] Wek Şaredarê Diyarbekirê bû endamê Federasyona Cîhanî ya Bajarên Yekbûyî ku ji bo wê li gelek paytextên cîhanê geriyan. Her wiha li parlamentera Ewropayê jî li ser zehmetiyên kurdên Tirkiyeyê rû bi rû dimînin axaftinek kir.[3][4] Di kampanyaya hilbijartinê ya ji bo hilbijartinên herêmî yên 2009an de, dijberiya wî ya berbiçav a namzetê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) û serokê wê Recep Tayyip Erdoğan hebû.[5] Baydemir di hilbijartinan de bi ser ket û Diyarbekir wek kelha DTPê îlan kir.[6] Piştî serkeftina di hilbijartinên sala 2009an de, bi deh mehan cezayê girtîgehê lê hat birîn, ji ber ku ew Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek "gerîlla" bi nav kir, ku dadgeha Tirkiyeyê ev yek wek propaganda di berjewendiya PKKê de dît.[7] Di hilbijartinên giştî yên sala 2014an de wekî parlementerê BDPê yê Rihayê hate hilbijartin.[8] Weke parlementer ew parêzvanê ziman û kêmneteweya kurdî li Tirkiyeyê bû û ji ber bikaranîna peyva Kurdistanê ku di parlamenteya Tirkiyeyê de qedexe ye, çend caran ji parlamenterê hat dûrxistin.[9][10][11] Paşê Osman Baydemır serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û anî ziman ku tu rayeya cezayên parlementeran tune ye.[12] Piştî vê yekê Baydemir ji ber dersînorkirina xwe ya demkî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da, ku di hezîrana 2023an de Tirkiye mehkûm kir ku cezayê pereyan bide. Baydemir bi qasî 17 hezar Euro ceza.[12]
Osman Baydemir weke çalakvanekî mafên mirovan û weke siyasetmedarekî di asta cuda de rastî zextan hatiye. Li gorî raporeke Amnesty International ya 12ê sibata 2004an, 200 dozên dadgehê li dijî wî ji ber çalakiyên wî yên mafên mirovan hebûn.[13] Rojnameya Radikal di 11ê tîrmeha 2006ê de ragihand ku di van du salên dawî de bi giştî 129 lêpirsîn li dijî wî hatine kirin.[14] Di hezîrana 2001an de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li ser navê wî çalakiyeke lezgîn derxist.[15] Piştî kuştina rojnamevanê ermenî Hrant Dînk di çileya 2007 de, Osman Baydemir jî di nav de gelek kes dihatin tehdîdkirin.[16]
Hin dozên dadgehê yên li dijî Osman Baydemir ev in:
Di gulana 2006an de Osman Baydemir ji ber ku ambulanseke şaredariyê ji bo veguhestina cenazeyekê dabîn kiriye, hat sûcdarkirin.[17] Di îlona 2006an de Osman Baydemir bi bê sûc ragahandin.[18]
Osman Baydemir û 55 şaredarên din ên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ji ber ku di kanûna 2005an de daxwaznameyek ji serokwezîrê Danîmarka Anders Fogh Rasmussen re îmze kirin û jê xwestin ku televîzyona kurdî Roj TV negire, hatin tawanbarkirin. Ew bi piştgirîkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin tawanbar kirin. Rûniştina dozê di îlona 2006an de dest pê kir û di nîsana 2007an de dozger ji bo 52 şaredaran 15 sal cezayê girtîgehê xwest.[19]
Ew ji ber binpêkirina zagona tirkî ya qedexekirina bikaranîna herfên ku di alfabeya tirkî de ne, dema ku silava sersalê bi kurdî şandibû ku herfa "W" jî tê de hebû, hat dadgehkirin. Di 19ê nîsana 2007an de ji ber ku Wezareta Dadê destûr neda ku dozek bi vî rengî bê dîtin, Dadgeha Hjm. 2 ya Amedê doz berda.
Ew ji ber ku PKK wek "muxalefeta kurd a çekdar" bi nav kiribû, bi propagandaya qedexe hatibû tawanbar kirin, lê di kanûna 2009an de ji ber ku ji aliyê dadgeha Diyarbekirê ve wek azadiya ramanê dihat dîtin, hat berdan.[20]
Di cotmeha 2017an de Baydemir ji ber ku 3 polîs weke "faşîst û kêmar" bi nav kir, ji ber heqaret li dijî "karmendê dewletê yê wezîfedar" kiriye salek û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ev biryar di nîsana 2018an de hatibû erêkirin û piştî wê ji parlamenterê hatibû derxistin.[21]
Di 17ê adara 2021an de Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Cezayê Giran Bekir Şahin ji bo Baydemir û 686 siyasetmedarên din ên HDPê 5 sal qedexeya siyasetê li gel girtina HDPê xwestibû, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. bi îdîaya têkiliyên rêxistinî bi PKKê re heye.[22][23]
Di gulana 2005an de bi Cîgira Serokê Giştî yê TIHVê Reyhan Yalçindağ re zewicî. Di 23ê nîsana 2006an de kurê wan Mîrzanyar hat dinyayê.[24] Piştî derxistina ji parlamenterê Tirkiyeyê, Baydemir ji welat bar kir û çû sirgûnê London, Keyaniya Yekbûyî bû.[25]
^Watts, Nicole F. (1 tîrmeh 2011). Activists in Office: Kurdish Politics and Protest in Turkey (bi îngilîzî). University of Washington Press. r. 83. ISBN978-0-295-80082-0.