Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (çiriya pêşîn 2024) |
Partiya Lîberal Demokrat | |
---|---|
Dewlet | Tirkiye |
Dema avabûnê | |
Îdeolojiya siyasî | Lîberalîzm |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Partiya Lîberal Demokrat (bi tirkî: Liberal Demokrat Parti, bi kurtasî LDP), partiyeke siyasî li Tirkiyê ye ku di 26ê hezîrana sala 1994an de ji aliyê Besîm Tîbûk ve hate damezrandin.[1][2]
Partî li Tirkîyê siyasetê dimeşîne. Nîşana Partiya Lîberal Demokrat delfîn e. Li gorî daneyên çileya sala 2024an 2.601 endamên Partiya Lîberal Demokrat heye. Rengên fermî yê partî spî û şîn e.
LDP partiyeke lîberal a klasîk e ku piştgiriya azadiya sivîl û bazara azad dike. Di nav hinek nêrînên partiyê ya rojane de kêmkirina lêçûnên hikûmetê û bac, kêmkirina rêjeyên bacê, kêmkirina burokrasiya hikûmetê, rakirina Bîmeya Tenduristiya Giştî ya mecbûrî û derbasbûna pergala bîmeya tenduristiyê ya taybet a dilxwaz û bidawî bûna leşkerî ya mecburî û derbasbûna leşkeriya profesyonel heye.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |