Sean Michael Wilson

Sean Michael Wilson nivîskarek skotlendî yê pirtûka xêzeromanan e. Wî zêdetirî 40 pirtûk bi cûrbecûr weşanxaneyên amerîkî, brîtanî û japonî re nivîsandiye û ji bo her du xelatên pirtûkan ya Eisner û Harvey hate berbijar kirin. Wî ji aliyê Xelata Manga ya Navneteweyî ya hukûmeta japonî ve di sala 2016ê de wek kesê yekem ê brîtanî medalek wergirt.

Pirtûkên wî li ser mijarên dîrokî, siyasetê û civakîê hatine nivîsandin. Pirtûka wî Secrets of the Ninja di sala 2016ê de Xelata Manga ya Navneteweyî wergirt. Wî di sala 2024ê de yekemîn Graphic Novel (romana grafîk?) ya li ser Abdullah Ocalan, girtiyê siyasî yê herî navdar ê cîhanê, nivîsî. Pirtûk bi nivîsên otobiyografî jiyana Abdullah Öcalan vedibêje, ji zarokatî û xortaniya wî bigire heta destpêka wî ya bi siyasetê wek xwendekar, û ji damezrandina PKKê heta salên zindana li girava Îmraliyê.

Freedom Shall Prevail: The Struggle of Abdullah Öcalan and the Kurdish People (2024)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Romana grafîk a ku ji aliyê hunermendê kurd Keko ve hat xêz kirin, bi wesîleya 75emîn rojbûna Ocalan hate weşandin. Tê de Ocalan qala zaroktiya xwe ya li gundeke bakurê Kurdistanê dike, û çawa ew di dawiya salên 1960î de kete nav siyasetê. Di çîroka jiyana wî de mirov fêrî zilma hovane ya ku li gelê Kurd hatiye kirin dibe. Di pirtûkê de qala teoriyên ku ji aliyê Ocalan ve hatine pêşxistin û ji bo têkoşîna îro girîng in jî tê kirin, weke pêşengiya azadiya jinê, feraseta konfederalîzma demokratîk û projeya civakî ya demokratîk a li Rojava.[1]

  1. ^ medya, eylul (5 nîsan 2024). "Graphic novel on Abdullah Öcalan's life launched in Berlin". Medya News (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 31 tebax 2024.