Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in. Divê ev gotar bi bingeha çavkaniyên heyî were berfirehkirin. Heke tu bixwazî binivîsî, "biguhêre" bitikîne.(adar 2024)
Dibe ku islûb û şêwaza ku di vê gotarê de tê emilandin ne islûbeke ensîklopedîk be. Ji kerema xwe ne weke şirove an jî quncikê, weke nivîsareke ensîklopedîk a bêalî binivîse.(gulan 2024)
Sedat Edip Bucak (jdb. 1960) serokê cerdewanan (bi tirkî: korucubaşı), bersûcê bûyera Susurluk a ku têkiliyên dewletê û mafyayan derxistibû holê, parlamentere berê yê DYP ya ku polîtîkayên rastgîr diparêze ye.
Bi eslê xwe kurd e. Gorî rojnameyan xwedî 10.000 cerdewanan e û li dijî kurdperweran têdikoşe. Navê wî di gelek bûyerên tarî, kirêt û bêsinciyê de derbas bûye. Gorî hin îdîayan bi saxî kurd avêtine patosê. Li dijî wî gelek dozên eroîn, kokaîn û haşhaşê hatine vekirin. Tê gotin ku ji ber ku endamê JİTEM e, dewleta Tirk wî diparêze, nahêle were darizandin.[çavkanî hewce ye]
Veguhastina madeyên raxwarinê (eroîn hwd) ji Asya nêzîk, bi alîkarî û teknîka dewleta Tirk berî bi Ewropa
Kuştin û windakirina zêdetirî 3.000 Kurd
Plansaziya veqetandina zaraveyên kurdî ji hevûdu û berehevkirina Kurdan
Îlankirina herêma federal a bi navê Bucakistan (Ji Dîlok, Rihayê heya Dersîmê herêmeke Kurdên Zazakîaxêv, Tirkoman û Ereban, bi Tirkiyê ve girêdayî li dijî Kurdan)
Bûyera yan skandala Susurluk
Têkilî bi kadroyên sereke yên MİT, MHP û JİTEMê re