Selma Irmak | |
---|---|
Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk | |
Wezîfedarî 2014–2016 | |
Parlamenteriya Şirnexê | |
Wezîfedarî 2014–2016 | |
Herêma hilbijartinê | Şirnex |
Perlamenteriya Colemêrgê | |
Wezîfedarî 2016–2018 | |
Herêma hilbijartinê | Colemêrg |
Jiyan | |
Jidayikbûn | 8ê nîsana 1971ê (53 salî) Qoser, Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê |
Netewe | Kurd |
Perwerde | Zanîngeha Selçûkê |
Pîşe | Siyasetmedar |
biguhêre |
Selma Irmak, (jdb. 8ê nîsana 1971ê li Qoser, Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê) siyasetmedar, hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a berê û parlamentera kurd e ku ji sala 2016an vir ve ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin.
Dema ku xwendekarê Beşa Perwerdehiya Zarokxaneyê ya Fakulteya Zanistên Perwerdehiyê ya Zanîngeha Selçûkê li Qonyayê bu, ji ber ku li zanîngehê bi hinceta birêxistinkirina zanîngehê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin. Di salên 1990î de bi navê endamtiya PKKê nêzî 10 salan di girtîgehê de ma. Carek din di 18ê nîsana 2009an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinan" hate girtin.[1] Piştre di 4ê çileya 2014an de hate berdan.[2]
Di 11ê kanûna 2009an de bû cîgirê serokê berê yê Partiya Civaka Demokratîk ku bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hat girtin û bû endamê meclîsa partiyê.[3] Di navbera salên 2014e û 2016an de hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk bireve bir.
Irmak di 4ê mijdara sala 2016an de ji aliyê dewleta tirk ve hatibû binçavkirin ji wî demê vir ve di girtîgehê de girtiye.[4]
Selma Irmak di navbera salên 2014e û 2016an wekî hevseroka Partiya Civaka Demokratîk karkiriye. Di sala 2014e û 2015an de wekê perlamentera bajarê Şirnexê û di navbera salên 2015e û 2018an de wekî parlementera Colemêrgê parlamenterî kiriye. Di salên 2014e û 2015an de bi Hatip Dicle re wek hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk xebatên xwe yên siyasî berdewam kiriye.
{{cite web}}
: |paşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)