Sirgûc Akbudak | |
Kargêrî | |
---|---|
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Entab (parêzgeh) |
Serbajar | Kele |
Demografî | |
Gelhe | 1171[1] (2020) |
Erdnîgarî | |
Rûerd | 3,89 km² |
Koordînat | 37°26′40″Bk 37°56′12″Rh / 37.44444°Bk 37.93667°Rh |
Dem (UTC) | UTC+2 |
Agahiyên din | |
Malper | www |
Gunde Sirgûc yan ji Sipûrgûc[2] (tirkî: Akbudak Köyü, îro bi navê kevn a Süpürgüç jî teyê bikaranî; ermenî: Սյուփյուրկյուն Մեծ, tîpên latînî; Surb P’rkich; bi kurdî: Rizgarkarê pîroz)[3] di demê osmanî bi Surp Prgiç[4] û dûr ve bi navê Süpürgüç[5] hat naskirin, gundekî kurd li Bakurê Kurdistanê ye.[6] Nave gund di belgenameyên osmaniyan de jî derbas dibe.[7][8] Di belgenameyên da derek bi navî Supurguc İskelesi ava dibe. Bi gumaneka mezin nave xwe ji vir tê, lê Sirgûc ne li ber Çemê Firatê ye. Bi ramanekî pesareya Sirgûcê li talê gundê Qotelê bû. Cihê gundê Sirgûc li ber çiyayê Qizilê ku li bakur e û li jêriya Xirabeya Qerecewêran de çê bûye. Li derdora wî xirabeyî zayretek heye. Tê gotîn de malbata Guroyan mala têr ya yekemîn li ku li gund bi cîh kir e, lê îro ew malbat bi piranî li bajarê Dîlokê dijî.[9]
Li Sirgûcê qereqol, nexwêşxaneyaka biçûk û dibistanekî yekem û navbendî heye. Di dema hikûma Bülent Ecevit, dibistana gundên derûdorê Sirgûce hatin betal kirin û dibistana Sirgûcê bû a navendî. Li Sirgûcê kaniyeke û mîzgeftekî kevn heye.
Navê gund di belgenameyên osmanî wek Süpürgüç hatiye nivîsandin. Wê navê ji naveyê ermenî Surp P‘rgich wek bi kurdî teyê maneya Rizgarkarê pîroz. Navê kurdî jî wekî a bi tirkî jî, ji aliyê navê ermenî ve hatiye çekirin û di belgenameyên osmanî a bi kurdî ev gund bi navê xwe ya kurdî wek Sirgûc heya roja îro hatiye. Bi kurdî formeke alternatîva din jî navê Sipûrgûc e ku ev nav neziktirê bi navê fermî ya di osmaniyan de ye.
Dîroka gund bi navê "Elî yê qutîk” yan ji gorî din "Welôye qutîk", dest pê dike, ku li bajarê Wanê bi birayê xwe re li dijî sedem û kesên ku li vir nayên zanîn qetil kirin. Alî û birayê xwe li bakurê rojhilatê bajarê Dîlokê li ser Çemê Firatê sirgûn bûn û bi dewlemendiya xwe li herêmê gelek xanî ava kirin.
Di destpêka sedsala 17an de bi piranî kurd, lê ermenî û tirkmen jî li herêmê bi cih bûne. Navê "Sirgûc" ji zimanê ermenî têye û maneya "piştî çem" ku cihê erdnîgariya gund nîşan dide. Gund bi dehan salan mezintir û mezin bû û kete bin dagirkeriya Mîrektiya Kilîsê, ku hişt ku ziman û çanda kurdî serdest bibe. Gundî di heman demê de bazirganên bi comerdî bûn ku xwediyê par û milkên mezin bûn.[10] Tevî ku ne tenê gelê kurd lê di rêyên Sirgûcê de bi kurdî dihat axaftin.[11] Di sala 1915an de gelê ermenî yên li wê derê hatin qetilkirin û cenazeyên wan avêtin çemê Firatê. Îro ji sedî yek ermenî li gunde manê.
Di sala 2017an de gund wekî tax ("mahalle") hat qebûlkirin û bi vî rengî ji "gund" hat bêparkirin.[12]
Nifûsa Sipurgûce di salan 1965 heya 2020 | |
---|---|
1965 | 1289 |
1989 | 1271 |
2000 | 1152 |
2009 | 1086 |
2020 | 1171 |
Ji roja damezrandina xwe ve, gund bi piranî ji kurdên eşira Brukiyan[13] rûniştiye, eşîreke ku ji wê demê Ermenistana rojava û Qefqasya ye û îro nifûsa wan li gelek welatan belav bûye. Ya ku tê encamdan ev e ku gund niştecihên wê misilmanên sunî ne.
Li gor serjimêriya sala 1912an nifûsa wê derdora 66% kurd, 31% ermenî[14] û 3% kesên din wek tirk, suryanî û hwd. Lebêle îro piraniya ter mezin kurd in bi hindekariya gelek biçûk a tirk û zedetîr hindekar ermenî.
Îro piraniya wan li diyasporayê li hundir an ne li Dîlokê, li cîranên Semsûrê û Stembol ve Ewropa û herêmên din dijîn.
Gorî kal û pîrên waniyan, wextekê malbatek di bin serokatiya Welqutik (Weloyê Qutîk) ji aliyê Wanê ji nav malbata Brûkiyan veqetiye û hatiyê gundekî Ruhayê yî li diyarî çemî Ferat. Hew gunda bi navî Wan ya jî Wehn tê zanîn. Malbata Welqutik û malbatek Beraziyan li wir teva hev dibin û wî gundî cih digrin. Ji koka mala Welqutik Terpûş tê. Zarên Terpûş derbasa aliyê Dilokê dibin û li wir cih digrin. hin diherin Şêxdêwid hin derin Sirgûcê hin jî diherin Lordînê. Li wir devokekî kurdî çêdibe jê re dibêjin Wanî. Ev devoka ji devokê kurdên Dilokê hindik cûda ye. Lê kurdên Kelê ji kurdên bi devokî dengdikin re dibêjin Wanî. Gundên Waniyan Sirgûc, Qotel, Dîng, Lordîn, Şêxdawid û Kemberlî ye. Li aliyê Ruhayê jî gundê Wanê ye.
Çend cûdatiyên giring, Mereşiyan pir caran dengê 'd' dikin 't'; di peyvên da pir dibêjin 'ma'; dengê ku di jêr qirikê da çê dibin hîn nerm dibêjin pir caran jî hin dengan dadiqurtînin.
Wanî: 'di'= Direvim. Meraşî: 'ti'= Tirevim.
Wanî: Binêre. Meraşî: mêzke.
Wanî: Tu çi dikî? Meraşî: ma tu çing/çir tikî?
Wanî: Wehnî. Meraşî: Wanî.
Wanî: wê lomê Meraşî: Wê sewê
Erdnîgariya herêmê bi piranî deşt e, bi çend girên piçûk ve hatiye xemilandin. Li vê herêmê gelek madeyên xav dikarin werin çandin, û çandiniya Fistîkan jî li wir gelek popular ê, ku li seranserê cîhanê tê zanîn. Herwiha gund sê kîlometre dûrî Firatê ye.
Germahî di havînê de heta 45 pile û zivistanê jî heta -6 pile bilind dibe.