Til, Misirc

Tilê an jî Tila Navro (bi tirkî: Çattepe), gundekî ku li sala 2020an li bin ava bendava ılısuyê mayî. Li herêma Bamerdê girêdayî navçeya Sêrtê Misircê bû. Li devera ku çemên dîcle û botanê dibûne yek nîvgiravek bû.

Li salên 90î ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû valakirin.

Li gund kelehek û benderek ji bo kelekan hebû. Ji bo rêwîyên kelekê ku di navbera diyarbekir û mûsilê de seyahat dikin piştî heskîfê rawestgek bû. Sebeb nayê zanîn lê piştî sedsala 16em wek rawestgeh nehatîye bikaranîn, ihtîmal e ku ew wext bendera wê xira bûye.