Torolf Rafto

Torolf Rafto

Thorolf Rafto (6'ê Tîrmeha 1922'ê- 4'ê Çirya Paşîna 1986'ê) xebatkarekê mafên mirovan û dersdêrekê dîroka aboriyê li Dibistana Norwêjî ya Aboriyê û Rêveberî ya Karwariyê li bajêrê Bergen li Norwêjê bû.

Li sala 1979'ê serdaneka Pragê kir da li nav xwîndinkarên ko ji ber sedemên siyasî li zanîngehan hatbûn derêxistin gotarekê bixwînit. Polîsên Tenahiyê yên komyûnîstan ew kuta û riftarên xirab digel kirin. Ew paştir jî jiber sedema birîn û azarên wê kutanê mir. Her li wê salê Bingehê Rafto ji bo Mafên Mirovan hat damezrandin û salekê paştir Xelata Rafto ya pêşîn pêşkêşî Jiří Hájek li welatê Çêkoslovakiyayê kir.