Wêjeya zimanê pehlevî yan jî wêjeya farisiya navîn ji wêjeya bi zimanê pehlevî, ku zimanê fermî yê sasaniyan bû, re têt gotin. Zimanê pehlevî û wêjeya wî gelek di bin bandora baweriya zerdeştî û pirtûka wê ya pîroz avesta de maye.
Tekstên bi zimanê pehlevî hatine nivîsîn ji aliyê mijarên xwe ve ji sê beşan pêk tên.
Di dewra sasaniyan de evista tê wergerandinî zimanê pehlevî. Ji van wergeran re zend-avesta tê gotin.
Ji bilî zend-evistayê, pirtûkên derbareyî dîtinên dînê zerdeştî yên ku derheqê mijarên mîna afirandina cîhanê, cejnên dînî, karûbarên ayînî û hwd. de hatine nivîsîn jî hene.
Di vî qismî de nivîsên mîna yadîgarî, helbest, ferhengên pehlevî û hwd. hene.