Zanîngeha Dîcleyê
| |
Dîmenek ji Fakulteya Endezyarî û Mîmariyê
| |
Hejmar | 45.000 (xwendekar) |
Zimanê perwerdehiyê | Fransî, îngilîzî û tirkî, |
Dîrok | 1973 (hatiye avakirin) |
Cure | Zanîngehê dewletê |
Malper | dicle.edu.tr/ |
biguhêre |
Zanîngeha Dîcleyê (bi tirkî: Dicle Üniversitesi) zanîngeha dewletê ya bajarê Amedê ye. Zanîngeh di sala 1974an de hatiye damezirandin ku saziya herî mezinê xwendina bilind a li Amedê ye. Li navçeyên wekê Erxenî, Çêrmûg, Şankuş, Bismil û Farqînê dibistanên pîşeyî yên Zanîngeha Dîcleyê hene.[1]
Dîroka destpêkê ya Zanîngeha Dîcleyê bi Enstîtuya Perwerdehiya Diyarbekirê ya ku di sala 1962an de hatiye damezrandin ve girêdayî ye. Fakulteya Tibê ya ku di sala 1966an de wekê beşek ji Zanîngeha Enqereyê hatiye vekirin bingeha Zanîngeha Dîcleyê ya îro pêk tîne. Di sala 1974an de bi vekirina Fakulteya Huner û Zanistê, Zanîngeha Dîcleyê bi du fakulteyan bi awayekî fermî hate damezrandin. Fakulteya Nojdariya Diranan di sala 1976an de û Fakulteya Çandiniyê ya zanîngehê jî di sala 1981an de hatiye damezrandin. Navê zanîngeha Diyarbekirê di sala 1982an de wekê Zanîngeha Dîcleyê hatiye guhertin. Fakulteya Endezyariyê û Mîmariyê, Fakulteya Hiqûqê, Fakulteya Perwerdehiyê, 3 Dibistanên lîsansê û 5 dibistan din wekê saziyên nû yên Zanîngeha Dîcleyê hatine vekirin.[2]
Li zaningehê 15 Fakulte, 12 Dibistanên bilid ên pîşeyî, 4 Dibistanên bilind, 1 Konservatuar, 4 Enstîtu, 30 Navendên Serlêdan û Lêkolînê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê, Nexweşxaneya Onkolojiyê, Nexweşxaneya Zarokan, Navenda Şewitandinê, Nexweşxaneya Dil ku nexweşxaneya herê mezin ê li Rojhilata Navîn e û Kompleksa Trawmatolojiyê ya Lezgîn hene.
Li zaningehê tesîsên civakî yên wekê hewzên girtî û vekirî, qadên pîknîkê, navenda tenduristiyê, xwaringeha berhewzê û xaniyên mêvanan hene. Yekîneyên zanîngehê, bi taybetî civatên xwendekaran, bi awayekî çalak tevlî çalakiyan dibin. Li gorî sala 2020an 89 civatên xwendekarên çalak li zanîngehê hebûn.
Komên şanoya zanîngehê li zaningehê bi gelemperî lîstikên şanoyê pêşkêş dikin û beşdarî gerên neteweyî dibin. Li zanîngehê perwerdehiya lîstikvaniya profesyonel û împrovîzasyon (ketoberî) têne meşandin.
Govendên gelêrî ku yek ji mîhrîcan û çalakiyên herî zêde yên xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ye her sal bi mîhrîcanan têne lidarxistin. Di heman demê de xwendekarên ku beşdarî vê çalakiyê dibin, her sal beşdarî pêşbirkên ku di navbera zanîngehan de lidarxistin dibin.
Wêne, seramîk û wêneyên ku ji aliyê xwendekaran ve têne amadekirin li Galeriya Hunerên Bedew a Deryêçiyê, li xalên wargeha zanîngehê û li qadên hindurîn di dîrokên cuda de têne pêşandan.