Zaxwran, (bi tirkî: Başyurt), gundekî bi ser navçe Midyadê ve ye. 17 gundikên bi ser Zaxwran ve hene û li van gundan fermî bi giştî 786 kes dijîn. Gund li rojhilatê Midyadê ye û 40 kîlometreyan jê dûr e. Eşîra Zaxwran eşîreke mezin e. Piranîya van gundan ji alîye Zaxo hatine. Li gorî idiayeke navê Zaxwran jî ji navê Zaxo tê. Li aliyê Madene û Erxenîye jî çend gundê go ji eşîra Zaxurîya pêk tên henê. Vê eşîrê jî ji Zaxwran koçkirîye le belê wext û sedema ve koçê naye zanîn. Navên gundikên Zaxwranê Gundikêportî, Xirabêreş, Emerêaxo, Sîvok, Sebrika, Stewrankê, Gelêta, Mêvênka, Xirabêhorîya, Xirabêgura, Xirabêcibra, Çalikêkundo, Ancik, Rover, Şahrkan û Xirbexala ne.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |