Şebnem Korur Fincancı | |
---|---|
Jidayikbûn | 1953 |
Esil | Tirk |
Pîşe | Nojdar, aktîvîst, parastvanê mafên mirovan |
biguhêre |
Şebnem Korur Fincancı, (jdb. 1953 li bajarê Stenbolê) nojdar, aktîvîst parastvana mafên mirovan e ku bi eslê xwe tirk e. Fincancı di sala 202an de wekî Serokê Yekitiya Bijîşkî ya Tirk hatiye hilbijartin.[1]
Şebnem Korur Fincancı di sala 1953an de li bajarê Stenbolê hatiye dinyayê. Di navbera salên 1993 û 1998an de weku seroka Komeleya Pisporên Tiba Edlî kar kirye.[1] Di navbera salên 2002 û 2006an de Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê û di navbera salên 2006 û 2008an de jî wekî endamê Lijneya Rûmetê ya Yekîtiya tabîbên tirk kar kirye.[1]
Di dema endamtiya xwe ya lijneya rûmetê a Yekîtiya tabîbên tirk de, di sala 2003an de jî wekê endamê Lijneya şêwirmendiya mafên mirovan a serokwezîrtiyê, wekê nûner xebitiye. Di navbera salên 2009 û 2020an de Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bû.
Piştî daxuyaniya Fîncancî ya di derbarê bikaranîna çekên kîmyayî ku leşkerên Tirkiyeyê li dijî gerîlayên PKKê pêk aniye, di der barê Fincanci de lêpirsîn hatiye destpêkirin.[1] Piştî lêpirsînê di 27ê cotmeha sala 2022an de danê sibê li Stenbolê li mala xwe hat binçavkirin û di çarçoveya lêpirsînê da wê dibine Enqereyê û piştre ji aliyê dadgeha dewleta tirk ve hatiye girtin.[1]
Şebnem Korur Fincancı di 11ê kanûna paşîn sala 2023an de piştî dadgeh kirin a li Edliyeya Çaglayan a bajarê Stenbolê hate berdan.[2]