Cem Adrian | |
---|---|
Jiyan | |
Navê jidayikbûnê | Cem Filiz |
Jidayikbûn | 30ê çiriya paşîn a 1980an Edirne, Tirkiye |
Pîşe | Stranbêj |
Amûr | Kilawiye |
Salên çalak | 2003–niha |
Etîketa qeydê |
|
Malper | www |
biguhêre |
Cem Filiz (jdb. 30ê sermawezê sala 1980 li Edirne), ku bi navê xwe yê sehneyê Cem Adrian tê naskirin, muzîkjen, stranbêj û strannivîsekî tirk e.
Bave wî tacîrekî, dema dayîk jina malê bû. Adrian di malbatekî ji Bosniya wekî zaroka duyemîn li Edirne hatiyê dine.[1] Navê xwe rast Cem Filiz e.[2] Adrian hilbijart ku navê xwe ji navê orijînal ya kevnar a bajarê Edirne, Adrianople, bibe. Paşê bi rêya Demet Sağıroğlu, Fazıl Say nas kir û bi vexwendina Say xwe li beşa Hunerên Performansê ya Zanîngeha Bilkentê tomar kir.[3]
Di sala 2003an de di koma Mystica de wek solîst û danser xebitî. Di sibata 2005an de albûma xwe ya yekem, „Ben Bu Şarkıyı Sana Yazdım“, derxist. Di vê albûmê de stranên ku Adrian di navbera salên 1997 û 2003an de li Edirne ji aliyê xwe ve tomar kirine hene. Di Çile 2006 de, wî dest bi xebata li ser albûma xwe ya duyemîn a xweser kir. Albûma „Aşk Bu Gece Şehri Terk Etti“, ku tê de 13 stranên bi destê wî hatine nivîsandin, di Kanûna 2006 de derket.
Di 30ê berfanbarê 2015an de albûma wî ya yekem „İlk ve Son Kez“ ku du stran tê de hebûn li ser înternetê derket. Yek ji wan stranan “İlk ve Son Kez” e ku berê hatibû weşandin, ya din jî versiyona nû ya “Sessizce” bû ku di eslê xwe de di albûma Aşk Bu Gece Şehri Terk Etti de cih girtibû.[4]
Di 21ê Çile 2016an de albûma wî Seçkiler 2 ji aliyê Dokuz Sekiz Müzik ve derket.[5] Di Îlona 2016an de, wî roja serbestberdana albûma xwe ya Tuz Buz di îlona 2017an ragihand, lê di dawiyê mijdara 2017an de hate berdan.
Di sala 2017an de ji bo emeliyata zarokekî pere kom bikin Adrian bi Manuş Baba, Ceylan Ertem, Mabel Matiz û Derya Köroğlu re bi navê "Bir Çocuk İçin Şarkılar" konserek da.[6]
Adrian di nav wan hunermendan de ye ku bi eşkere behsa sensûra li Tirkiyeyê, azadiya gotinê û mafên mirovan kiriye. Di bersiva pirsên li ser cinsiyeta xwe de wiha got: "Gelo mirovê ku bi dengekî bilind stranan dibêje, bi şîroveyên wiha re rû bi rû nabe?"[7] Albûma wî ya Kayıp Çocuk Masalları, ku di sala 2010an de derketiye, qavereke ku temaya LGBTyê hebû[8] û derbarê wê de wiha got:
Ma ferq dike ku ez hevzayend im an na? Ez difikirim ku divê mirov fêr bibe ku pirsên weha nepirse! Ez difikirim ku tiştê ku di jiyana min a taybet de diqewime bi kesî re ne girêdayî ye. Ez tenê muzîkvan im, bes e.
— Cem Adrian, mijdara 2010an
Piştî ku di sala 2010an de ji ber piştgirîkirina civaka LGBT rastî rexneyan hat, wî got: "Bi rastî pirsgirêka min bi kesên ku bi nasnameya zayendî ya mirovan re pirsgirêk re heye."[9] Di sala 2012an de ji albûma xwe ya bi navê Siyah Bir Veda Öpücüğü re klîba strana "Yalnızlık" a ku tê de jineke trans hat nîşandan, tomar kir.[10] Di heman demê de dîmenek ku tê de xortek masturbasyon dikî hebû, ku tê wateya tenêtiyê, bi ser sernavê stranê.[11]
{{cite web}}
: di |sernav=
de di cihê 32 de replacement character heye (alîkarî)
{{cite web}}
: Di |sernav=
de lînkeke derve heye (alîkarî)
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
{{cite web}}
: Di |malper=
de lînkeke derve heye (alîkarî)
{{cite web}}
: di |sernav=
de di cihê 71 de replacement character heye (alîkarî)
{{cite web}}
: di |sernav=
de di cihê 11 de replacement character heye (alîkarî)