Ebû Leyla (navê wî yê tev: Feysel Ebdî Bilal Sadûn, herwiha wek Şêrê Kobanê tê naskirin) (z. 1984 li gundê Qererişk, Kobanî[1] – m. 5'ê hezîranê 2016, Silêmanî), kurdekî ji Mimbicê bû ku serdarê hêza Şems el-Şimal û endamê konseya leşkerî ya Mimbicê bû. Di şerê berxwedana Kobaniyê de binavûdeng bû. Di 3'ê hezîrana 2016'an de di dema operasyona rizgarkirina Mimbicê de li gundê Xefiet Ebû Qelqelê bi hawineke DAIŞ'ê giran birîndar dibe. Ew ji bo nexweşxaneya Şar a bajarê Silêmaniyê tê veguhêztin.[2] Li wir jiyana xwe ji dest dide. Ebû Leyla bavê çar keçikan bû. Ew di 6'ê hezîranê de li Kobaniyê hate veşartin.[3]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |