Franso Herîrî

Franso Herîrî
Jidayikbûnjdb. 1ê kanûna paşîn a 1937an
Harirê
Mirin19ê sibata 2001ê (64 salî)
EsilAsûrî
HevwelatîIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PerwerdeMamoste
PîşeSistevan
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Franso Herîrî, (jdb. 1937 – m. 19ê sibata 2001ê) siyasetmedarekî asûrî û endamê serokatiya komîtaya navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, û di sala 19.2.2001de dihête kuştin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibona mirina wî sê rojan dike pirse ya netewî.[1]

Franso Herîrî di sala 1937an de li bajarê Harira (70 kîlometre ji Hewlêrê) Hewlêrê ji dayikbû û sala 1960ê de ji saziya mamosteyên perwerdeya perwerdehiya ya li Hewlêrê derçû.

Salên 1960î di nava PDKê de xebat kir. Ew nêzîkî serokê kurd Mustafa Mustafa Barzanî bû û di şoreşa kurdî de di nava PDK-ê de roleke giring sitend. Weke endamê Komîteya Navendî ya PDKê hat hilbijartin û bû serokê Parlamenê PDKê li parlemana herêmî û herwiha bû wezîrê karûbarê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê.

Ew projeyên piştgirîkirin û çêkirina modernbûnê ya bajarê Hewlêrê. Herweha piştevaniyeke hêzdar ji bo perwerdeyê, tenduristî û projeyên werzişê li bajêr kir.[2][3]

Franso Hariri ji hêla Enser el Îslam ve di 19ê sibata 2001ê de dihête tîrorikirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibona mirina wî sê rojan dike pirse ya netewî.[4]

  1. ^ کوردیپێدیا, Kurdipedia-. "فرەنسۆ هەریری". Kurdipedia.org. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ "Wishe312". calameo.com. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2022.
  3. ^ "Franso Hariri". www.ekurds.com. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2022.
  4. ^ 19 ساڵ بەسەر تیرۆركردنی فەرەنسۆ ھەریری تێدەپەڕێت (bi îngilîzî), roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2022