Divê ev gotar ji aliyê rêziman, hevoksazî yan jî rastnivîsê ve were sererastkirin.(nîsan 2024) |
Yenîkoy | |
---|---|
Yeniköy | |
Koordînat: 39°21′22″Bk 41°51′48″Rh / 39.356233°Bk 41.863241°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Erzîrom |
Navçe | Xinûs |
Nifûs (2019) | 395 |
Koda postayê | 25600 |
Koda telefonê | 442 |
biguhêre |
Yenîkoy, gundekî giredayî navçeya Xinûs a bi ser Erzîromê ve ye.
Bi gotina mezinan hate sala 1915-1920an li gund gelek file (ermenî) kurd tevî hev dijiyan. Dema şerê file û tirkan dest pe kir, file ji welatê Serhedê diçin. Çûyîna fileyan heya sala 1920an dewam dike. Peyî çûyîna fileyan di nava wê gundê de malên ku mane kurd in. Ew malên mayî dîsa bi gotina mezinan "Malane ma Guzzo" (çiçek), "Malane ma Allahverdî" (Aladağ-Edis), "Malene ma Sersan" (Güler), "Malane ma Huznî" (Çetin) ne. Gund li ser wan malan ava dibe. Zeman bi wê awayê derbas dibe. Dîsa bi gotina mezinan peyî çûyîna fileyan kurdên li Revanê (bi tirkî; Erivan) destê dewleta Ûris (Rus) bela dikin, kurmancên li dora çiyayê Elegezê têne nav welatê Serhedê. Di nava gundê Yenîkoyê de jî evên em dibên muhacir, kurmancên Elegezê û Rewanê n.
Sal ser salan da derbas dibe dewlata tirkan ji nava Ûris û ji nava lazan jî tirkan tîne gundê Yenîkoyê. Îro ji wan malan 2-3 mal mane. Yên din mala xwe bar kirine çûne.
Roja îro di gundê de nêzî 70 mal hene.
Sal | 2013 | 2014 | 2015 | 2016 | 2017 | 2018 | 2019 |
---|---|---|---|---|---|---|---|
Gelhe[1] | 452 | 452 | 400 | 383 | 397 | 396 | 395 |
Ji ber problemên teknîkî grafîk ne berdest in. Ji bo zêdetir agahiyan binêrin Phabricator û MediaWiki.org. |
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |