Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Bernav |
Çerkes |
Hevwelatî | |
Sernavê esilzade |
Paşa (en) |
Pîşe |
Leşker, siyasetmedar |
Çerkez Ethem (jdb. sala 1885 li Bandirmayê, Împeratoriya Osmanî – m. 7ê çiriya pêşîn a 1949an, Emman, Urdun)[1] gerîllayekî çerkez ê osmanî bû. Ji gundê Emreköya Bandirmayê ji pênc kuran kurê herî biçûk ê Alî Beg bû.[2][3] Birayên wî yên mezin İlyas û Nurî, şerê bi rûman re hatine kuştin.[4] Birayên wî yên din Reşet û Tevfîq jî di salên 1901ê û 1902an de, dibistana Herbiyê qedandin û bibûn serbaz. Birayê wî Reşîd, di gelek bereyan de tevlî gelek cengan bibû. Dûre weke parlementerê bajarê ku niha navê wê Manîsa ye bû û ji wir tevlî Meclîsa Mezin a Tirkan bû.[5]
Çerkez Ethem, ji malê direve û dikeve Dibistana Suwarî ya Bakirkoyê ya Zabît a Piçûk. Di şerên Balkanê de, di bereya bulgar de birîndar bû. Zama qidemê û madalyon wergirt. Di şerê cîhanê yê yekem de, li jêr serkêşiya Eşref Kuşçubaşı bi Rêxistina "Teşkîlatı Mahsusa" tevlî êrişên li ser Îran, Efxanistan û Iraqê bû. Birîndar bû û piştî şer vegeriya gundê xwe. Di sala 1919an de Rêxistina gerîlla ‘Kuvayî Milliye’ ava kir. Ev rêxistin, weke hêza gerîla ya Anatolyayê, li hemberi hemû serhildanên li dijî komarê hate bikaranîn.[6] Bi damezirandina Komara Tirkiyê re pêwistiya vê rêxistinê ji holê rabû, serok û fermandarên vê rêxistinê bi ‘xayîntiya welat’ ji aliyê Mustafa Kemal Atatürk ve hate tawanbarkirin û sûrgûnkirin. Çerkez Ethem, ji aliyê Mustefa Kemal ve di Lîsteya sedûpênciyan de hate bicîhkirin. Di 9ê gulana 1921ê de Dadgeha serxwebûnê derheqê Çerkez Ethem, fermandarên wî û xizmên wî de hûkmê dardekirinê da.[7] Lewma Çerkez Ethem, salên mayî yên jiyana xwe li xeribiyê berdewam kiriye. Pêşî çû Berlînê. Dûre demekê li Qahîreyê ma û di salên dawî de derbasî Ûrdûn û Libnanê bû.
Di sala 1948an de li Emman, Urdun mir.[7]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |