İlkay Akkaya | |
---|---|
Jidayikbûn | 26ê gulana 1964an (60 salî) |
Esil | Tirk |
Hevwelatî | Tirkiye |
Pîşe | Stranbêj |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
İlkay Akkaya, (jdb. 26ê gulana 1964an li Stenbolê) stranbêjeke tirk e ku bi komên muzîkê çepgir ên wek Grup Yorum û Grup Kızılırmak re wek solîst cih girtiye.
Ilkay Akkaya wekî yek ji çar zarokên bavê karmendekî ji navçeya Antalyayê ya Manavgatê û dayikek ji bajarê Muğlayê hatiye dinyayê. Akkaya beşa çapemenî û weşanê ya Zanîngeha Marmarayê qedandiye û bi tevlêbûna koma muzîkê a Grup Yorum dest bi muzîka xwe ya profesyonel kiriye. Bi Grup Yorum re di albûmên Berîvan- Haziranda Ölmek Zor û Türkülere de xebitiye. Di sala 1989an de bi Tuncay Akdogan re ji Grup Yorumê derket.[1]
Di 10ê çileya sala 1990an de bi Tuncay Akdogan û Îsmaîl Îlknur re koma Grup Kızılırmak ava kir û bi koma Grup Kızılırmak re sêzdeh albûm derxistine.[1]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |