Bafê | |
---|---|
Sulak | |
Koordînat: 37°24′54″Bk 41°57′42″Rh / 37.41500°Bk 41.96167°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Şirnex |
Navçe | Hezex |
Nahiye | Hezex (navend) |
Bilindahî | 670 m (2200 ft) |
Nifûs (2011) | 1.590[1] |
Koda postayê | 73300 |
Koda telefonê | (+90) 486 |
![]() | |
biguhêre![]() |
Bafê (1968: Bafi[2], bi tirkî: Sulak), gundekî bi ser navçeya Hezexê ya Şirnexê ve ye. Di herêma Hezexê de gundê herî mezin e. Di ber Bafê re çemê Dîcleyê diherike. Çiyayê Cudî û Çiyayê Gabarê li hemberî wî ne. Li Bafê derûdorê 300-400 mal hene. Lê di sala 2022an 140 mal di gund de mane. Gelek kes koçî Hezexê dikin. Li rojhilatê Bafê Hezex, li rojavayê wê Elcanya û Xendek e, li başûrê wê Kovex û Çiyayê Spî, li bakurê wê, Çemê Dîcleyê, Hetma, Ewên û Benat in hene.
Di gundê Bafê de tenê sunî dijîn ji ber vê yekê du mizgeft di Bafê de hene, her mizgeftek ji aliyê taxeke gundê ve tê bikaranîn.
Di gund de du zevî hene, her zeviyekî ji aliyê taxekî ve tê bikaranîn. Lê çar tarên Bafê hene. Her çiqas niha şênî gelekî kêm bûbin jî tar hemû ava ne. Riya gund ji cadeya qîr û zivt-asfalt 7 km dûre. Lê riya Bafê 2022an de jî xerabe bû
Bafê bi axa xwe ve gelekî dewlemend e, rez, dar û deviyên wê gelek in.
Çanda Bafê gelekî cihereng e. Stran û kilamên herêmên Tor û Botanê li Bafê tên gotin. Dawet û reqsên bafeyiyan jî ji her du herêman hatine girtin. Mamik, çîrok û zûgotinok gelekî rengîn in. Ji ber ku li ber ava Dîcleyê hatiye avakirin tekiliyê Bafê bi herêma Bota re gelekî xurt in. Jixwe ji gundiyên Bafê re dibêjin "harûnî".
5 km beriya hê mirov negihaştî gund, gola Eresê heye.
Ava Bafê ji Kaniya Qesara tê. Kaniya Qesara li başûrê gund, li aliyê rastê di bin şiharê Bafê re dimîne. Gundî hemû ava xwe ji wir tînin. Ava kaniya Qesara aveke cemidî ye. Gundiyan ji bo sewalên xwe delav çêkirine da ku sewal bikaribe jê avê vexwe û kanî jî neyê lewitandin.
Sal | Gelhe |
---|---|
2008 | 1.653[1] |
2000 | 1.433[3] |
1990 | 1.311[3] |
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |