Kurdên Îsraêlê | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Kurdên Îsraêlê koçber û neviyên koçberên civakên kurdên cihû ne, ku bi damezrandina dewletek cihû koçî vê derê kirine. Hejmara niştecihên kurdên Îsraêlê di navbera 150.000 û 300.000 de ye.[1][2][3]
Kurdên Îsraêlê bi eslê xwe xwecihên herêma çiyayî ya Kurdistanê li Rojavayê Asyayê bûn, ku dikeve başûr rojhilatê Tirkiyê, bakur rojavayê Îranê, bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê.
Di dawiya sedsala 16an de koçkirina kurdên cihû bo welatê Îsraêl dest pê kiribû, bi civateke zanayên rabîn/xaxam re hatin Safed, Celîlê, û di encamê de taxeke kurdên cihû li wir hatibû damezrandin. Serdema geşbûna Safed di sala 1660an de, bi şerên hêza Druze li herêmê û paşveçûnek aborî, bi dawî bû.
Gelek kurdên cihû, bi taybetî yên ku ji Iraqê hatine, di sedsala 18an de di bi civakên olî yên cihûyên Sefardî re tevlihev bûne.[4]
Ji destpêka sedsala 20an ve hinek kurdên cihû di nav tevgera sîyonîst de çalak bûn. Yek ji navdartirîn endamên rêxistina Lehî (Şervanên Azadiya Îsraêlê) Moşe Barazanî bû, ku malbata wî ji Iraqê koçber kiribû û di dawiya salên 1920î de li Orşelîmê bi cih bûbû. Di sala 1939ê de, li Orşelîmê 4,369 kurdên cihû hebûn û di sala 1972ê de ev jimar gihîşte 30,000.[5]
Piraniya kurdên cihû ji aliyê desthilatdarên iraqî ve hatin derxistin û di destpêka salên 1950-î de, tevî civaka cihûyên din ên Iraqê, ji bo Îsraêlê hatin şandin. Piraniya kurdên cihû yên Kurdistana Îranê di salên 1950î de koçî Îsraêlê kirine.[9]
Rojnameya Times of Israel di 30ê îlona 2013ê de ragihand:
"Îro li Îsraêlê nêzîkî 200.000 Kurdên Cihû hene, ku dora nîvê wan li Orşelîmê dijîn. Her wiha li seranserê welêt zêdetirî 30 gundên çandiniyê hene ku ji aliyê cihûyên kurd ve hatine damezrandin."[6]
{{cite web}}
: |pêşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
{{cite journal}}
: Ji bo journal parametreya |journal=
hewce ye (alîkarî); URL–wikilink conflict (alîkarî)
{{cite web}}
: |pêşnav=
sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)