Mithat Sancar | |
---|---|
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan | |
Niha wezîfedar e | |
Dest bi kar kir 23ê sibata 2020an Hevserok Pervin Buldan | |
Berê | Sezai Temelli |
Cîgirê Serokê Meclîsê yê Meclîsa Mezin ya Neteweyî | |
Niha wezîfedar e | |
Dest bi kar kir 20ê sibata 2018an | |
Serokê Meclîsê | İsmail Kahraman (2018) Binali Yıldırım (2018- ) |
Tevî | Parlamena 27em ya Tirkiyeyê Parlamena 26em ya Tirkiyeyê |
Berê | Pervin Buldan |
Parlementerê Meclîsa Mezin a Neteweyî | |
Niha wezîfedar e | |
Dest bi kar kir 7ê hezîrana 2015an | |
Herêma hilbijartinê | Mêrdîn (Hezîrana 2015, Çiriya paşîn a 2015, 2018) |
Jiyan | |
Jidayikbûn | 1963 (60–61 salî) Nisêbîn |
Partiya siyasî | Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) |
Hevjîn | Türkan Sancar |
Perwerde | Zanîngeha Enqereyê |
Pîşe | Parêzer, siyasetmedar |
biguhêre |
Mithat Sancar (jdb. 1963an li Nisêbîn, parêzgeha Mêrdînê, Bakurê Kurdistanê) profesorê hiqûqa giştî û destûrî, qunciknivîs û wergêrê ye. Ji hilbijartinên giştî yên hezîrana sala 2015an û vir ve parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye û di sibata 2020an de jî weke hevserokatiya partiyê hatiye hilbijartin.
Mîthat Sancar di sala 1963an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di wekê endamê malbateke ereb hatiye dinê. Piştî ku Lîseya Mamosteyan ya Amedê qedandiye Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê bi pileya yekem qedandiye.[1] Paşê di sala 1995an de bi teza xwe ya li ser "Şîrovekirina Mafên Bingehîn" li heman zanîngehê doktoraya xwe wergirtiye. Di sala 1999an de bi teza xwe ya li ser "Serweriya Hiqûqê" dibe doçent û di salên 2006 û 2007a de jî bûye profesor.[2] Li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Rojhilata Nêzîk a Bakurê Qibrîsê mamostetî kiriye. Mithat Sancar li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê wekê endamê perwerdehiyê dixebite. Li ser çareseriya pirsgirêka kurd bi tirkî, almanî û îngilîzî gelek gotar û nivîs weşandiye. Wek axaftvan û çêker beşdarî gelek konferansên neteweyî û navneteweyî bûye. Mithat Sancar ku gelek gotarên wî di kovarên curbecur de, bi taybetî di kovara Birikim de hatine weşandin. Mamosteyê Fakulteya Hiqûqê ye û yek ji kesên ku di 'Komîsyona Aqilmendan' de ku ji aliyê hikûmetê ve ji bo çareseriya kurd hatiye avakirin cih girtiye. Sancar di rojnameyên wekê Birgün, Taraf, Milliyet û Başaber de wek qunciknivîs gotaran nivîsiye û di gelek qenalên televizyonê û bi taybetî İMC TV de jî bernameyan amade kiriye.[3]
Mithat Sancar yek ji damezrînerên Weqfa Mafên Mirovan a Enqereyê (TÎHV, est. 1990) û Enstîtuya Mafên Mirovan (TÎHAK, est. 1999) ye.[4] Di navbera salên 1998-2003an de Sancar û hevkarê xwe Tanil Bora konferansa salane ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li ser tevgera mafên mirovan li Tirkiyeyê pêk anîn.[4]
Beriya hilbijartinên giştî yên hezîrana 2015an, Serokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş ku yek ji xwendekarên wî yên berê ye, ji Sancar xwestibû ku bibe namzet. Piştî çend dudiliyê, wî qebûl kir ku kariyera xwe ya akademîk bide sekinandin da ku ji benda %10ê derbas bibe alîkariya HDPê bike.[4] Bi serokatiya lîsteya hilbijartinê ya partiyê li herêma Mêrdînê, wek endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî hat hilbijartin.[5] Di hilbijartinên pêşwext ên paşîn ên mijdara 2015an de û di Hilbijartina Giştî ya 2018an de ew dîsa hate hilbijartin.[6] Niha yek ji cîgirên serokê Meclisa Neteweyî ye.
Di mijdara 2015an de Sancar û Erol Dora bi hevalên xwe yên parlementer Gülser Yildirim û Ali Atalan re ji bo protestokirina qedexeya derketina derve ya li sînorê Nisêbînê ku ji 13ê mijdarê[7] û vir ve bi hinceta operasyonên li dijî mêtingeriyê pêk tên, di greva birçîbûnê de bûn. Endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger ji sedî 70ê taxan ceyran, ji sedî 30ê jî av ji aliyê dewleta tirk hatine qutkirin.[8]
Sancar di 23ê sibata 2020an de li gel Pervin Buldan ku ji nû ve hate hilbijartin ji bo Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan hate hilbijartin.[9]
Li gorî hevpeyvîna ku Sancar dayî, bi hinceta ku hikûmeta tirk beşek ji êrîşa terorê ya li dijî mîtînga HDPê ya li Enqereyê berpirsyar e û ji rayedaran re jî gotiye divê li Cizîrê pêşî li pevçûnan bê girtin, heqaret li Serokkomar kiriye. Piştre jî ji ber ku piştgirî daye vekirina dibistanên kurdî, ji ber “propagandaya“ Partiya Karkerên Kurdistanê tê darizandin.[10] Dozgerê Dewletê yê Dadgeha Cezayê Giran a Tirkiyeyê Bekir Şahîn di 17ê adara 2021an de ji bo Sancar û 686 siyasetmedarên din ên HDPê ji ber xebatên siyasî 5 sal cezayê qedexekirinê xwestibû, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.[11]
Sancar ji malbateke ereb e û bi Türkan Sancar zewicî ye[12] û pismamê xwediyê Xelata Kîmyayê ya Nobelê ya 2015an Aziz Sancar ye.[13] Sancar erebî zimanê xwe yê zikmakî dihesibîne, lê kurdî zimanê ku li kolanan pê diaxivî bû. Ji bilî van bi tirkî, inglizî û almanî dizane.[4]
<ref>
tag; no text was provided for refs named Bianet