Xendek | |
---|---|
Hendekköy | |
Koordînat: 37°23′49″Bk 42°3′30″Rh / 37.39694°Bk 42.05833°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Şirnex |
Navçe | Hezex |
Nahiye | Hezex (navend) |
Bilindahî | 445 m (1460 ft) |
Nifûs (2011) | 84[1] |
Koda postayê | 73300 |
Koda telefonê | (+90) 486 |
![]() | |
biguhêre![]() |
Dûrahî | ||
![]() |
gund | Navçe ![]() |
---|---|---|
? km | ![]() |
? km |
Xendek (bi tirkî: Hendekköy), gundekî navçeya Şirnexê Hezexê ye. Li rexa çemê Dîcleyê hatiye avakirin. Gundekî kevnare û dîrokî ye. Di dema Bîzansiyan de weke kelehek mezin hatiye bikaranîn. Ev der sînorê Împeratoriya Bîzansê ye. Li hemberî wî kela Finikê di destê Persan de bû. Du kelehên mezinbûn li hemberî hev. Ji ber wê cihekî stratejîk bû.
Navê wê di nexşeyên wî demî de Bethzabde derbas dibe. Çiqas ku ev gund keleha Bîzansê be jî ku hêjî; keleha wê, sûrên wê, pîlik, lûleyên avê, dêrên wê xûya dike, gelê vê herêmê kurd bûn û bi awayekî xweser dijiyan. Li Xendekê deverek heye ku hêjî jêre dibêjin Mişara Kurdiyanya. Mişar ango xeta Kurdiyanya. Dema mirov ji vê xetê dibore êdî bêhna axa kurdan tê.
Li bakûrê Xendekê Kereşa, li başûr Tilêla, li rojava Kanîreş û Bafê û li rojhilat jî Mizgeftok û Cerehî hene. Di navbera Xendekê û Mizgeftok (Laleşok)ê de xirabajarekî mezin heye. Navê vî xirabajarî yê rastîn Kurdiyanya ye. Li vir kurd di bin Bîzansiyan de awayekî xweser dijiyan. Hêjî xanî, sûr û şopên Kurdiyanya xûyayî ne.
Di nav erdê Xendekê de Kehniya Sitiyê heye. Ev kehnî cihê Sitiya Kudiyanya bû. Ev bermahiyên dîrokî li benda lêkolînê ne. Li benda lêkolînerên kurd e.
Di Xendeka rengîn de gelek kanî û robar hene. Di eslê wê de Xendek cihek biav e. Ji aliyê avê ve tu kêmasiyên wê nîn in. Hem çemê Dîjleyê hem seqlanên wê û hem jî kaniyên wê pirsgirêka avê çareser kirine. Çiqas ku dizanim hê bêhtir kanî hene jî kaniyên ku min tespîtkirîn ev in:
Xendek ji aliyê navdayînê ve jî pir pêş ketiye. Cih nîn e ku bênav maye. Li her kanî, li her kaşik û li her deştî re navek dîtine. Niha jî hin navên ku min tomar kirîn:
Wek me got Xendek xwedî dîrokek dûr û dirêj e. Divê lêkolînek mezin werê kirin. Niha hin cihên dîrokî û xirab e:
Beriya niha 17 salan weke gelek gundên din gundê me Xendek jî hate şewitandin, hate xirakirin. Hingî 48 mal têde bûn. di her malê 5 kes hebin jî hema hema dike 200 mirov. Ev hemû neçar man ku ji gundên xwe birevin û derbikevin; hinek di vê revê perîşanbûn, hinek jî mirin.
Dîsa sala 1998’an 10-15 mal vegeriyan warên xwe û Xendek ji nû ve avakirin. Niha ava ye û nêzî 8 malên bicih 10 malên koçer têde dijîn.
Ez hêvîdar im ku em ê dîsa li gundên xwe vegerin û em ê warên xwe şîn bikin. Niha hinek li Ewrûpa hinek li bajarên Tirkiyeyê (Antalya, Stenbol), hinek li Mezopotamyayê dijîn. Niha jî lîsteya malên ku li Xendekê bicih bûn:
Tevahî: 48 mal
Hejmara Ciwanên beriya 1994an (Texmînî-Yên 20-30 salî): 35