Özz Nûjen, bi navê wî yê berê Özgür Gezgin (jdb. 20ê hezîrana 1975an), dublajker, aktor û komedyenekî stand-up ê swêdî ye ku bi eslê xwe kurd e.
Özz Nûjen di 20ê hezîrana 1975an de li herêma Serhedê li gundê Xirabşehirê, ku navbera Patnos û Milazgirê ye, hatiye ser dinyayê.[çavkanî hewce ye] Dema ew 8 salî bû wî û malbata xwe weke penaberan koçî Swêdê dikin[1].
Ji xeynî komedyenbûna xwe, ew nivîskarê metnê û şanoger e û bernameyên televîzyonê pêşkêş dike. Ew li Swêdê binavûdeng e û di nav gel de gelek hezkirî ye. Özz Nûjen di 2007an de bi xelata Kurdê Salê ya Swêdê û di 2012an de jî bi xelata aştiyê ya Eldh-Ekblad hate xelatkirin.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |